Di navbera hêzên Tirk û YPG'ê de pevçûn derket!

Medyaya nêzikê YPG'ê ragihand ku gundê Zormixarê yê ser bi Kobanî ji aliyê hêzên Artêşa Tirkiyê ve hate topbarankirin û bi sedema vê yekê jî YPGê bersiva wan da û ligel hêzên dijbereya Sûrî jî ketin şer.

30.10.2017, Pts - 06:56

Di navbera hêzên Tirk û YPG'ê de pevçûn derket!
Nuçe Belav bike

Li gorî ragihandina çavkaniyên ku nêzikê YPG'ê ne, li gundê Zormixarê yê ser bi Kobanî ve şer û pevçûn di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hêzên artêşa Tirkiyê de derket.

Bi gotina vê çavkaniyê, hêzên dijbereyê yên li wê derê, yên Mertala Ferat in, li rojavayê Çemê Ferat bicih bûne û Tirkiye piştgiriya wan dike.

Li gorî heman çavkaniyê, mebest ji vê topbaranê ew e ku navçeyên derdora Ferat ji xelkê vala bibin.

Gundê Zormixarê bi 35 kîlometreyan dikeve rojavayê bajarê Kobanî, raserî bajarê Cerablusê yê ku ji salekê ve, li bin kontrola artêşa Tirkî ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1785 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:15:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x