Di navbera YPG û artêşa Tirk'de pevçûn...

Li gorî ragihandina nûçegihan Hîkmet Dûrgûn, li bejahiya bajarê Idlib ê Sûriyeyê di navbera Artêşa Tirk û YPGê de şer rûda. Herdu alî jî bi topên hawanê hevdu topbaran dikin.

20.11.2017, Pts - 11:50

Di navbera YPG û artêşa Tirk'de pevçûn...
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên peyamnêrê Sputnik Kurdistanê Tirkiye li Idlibê noqteya 3yem a çavdêriyê ava dike û leşkerên xwe sewqî herêmê dike.

Peyamnêrê Sputnik Kurdistanê Hîkmet Dûrgûn herwiha ragihand ku piştî vê sewqiyatê leşkerên Tirk bi topên hawanê êrîşê YPG'ê kir û li ser vê yeke YPG'ê jî bi heman awayî bersiv da leşkerên Tirk.

Ji aliyê din ve Ajansa Anadolu ya fermî ya Tirkiyeyê jî diyar kiribû ku şervanên YPG'ê bi topên hawanê êrîşê noqteya çavdêrî ya Tirkiyeyê kiriye û leşkerên Tirk jî bi topên hawanê bersiv da YPG'ê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1567 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:35:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x