120 akademîsyenê ku di Çileya 2016\'an de daxuyaniyeke bi sernavê ‘Em ê nebin hevparê vî sûcî\' îmze kiribû ku tê de bang dihat kirin ku, pevçûnên li herêmên Kurdan bi dawî bibin û muzakereyên aştiyê destpê bikin, sibehî derdikevin pêşberî dadgehê. Doza ku dê li Dadgeha 35. a Cezayê Giran ya Stenbolê birêve biçe dê ji 5\'ê Berfenbara 2017\'an heya 5\'ê Avrêlê 2018\'an dom bike.
Doza ku ji endamtiya rêxistinê hatiye vekirin, di rûniştina ewil de wê bi darizandina 10 akademisyên ji Zanîngeha Stenbol û Zanîngeha Glatasarayê destpê bike. Her akademîsyenek dê bi navbereke deh deqeyan were darizandin. Roja 7ê Berfenabrê li Dadgehên Cezayên Giran yên Stenbolê yê 32, 33, 34, 36\'an 32 akademîsyen, roja 21\'ê Berfenbarê jî li Dadgehên Cezayên Giran yên Stenbolê yên 33 û 36\'an jî dê 12 akademîsyen werin darizandin.