Emîrê DAIŞê yê nû li Stenbol hat desteserkirin

Medyau Tirkiyê dibêje di operasyonekê de li Stenbolê, Emîrê DAIŞê Ebu Hesen El Qureyşî hate girtin

26.05.2022, Per - 13:55

Emîrê DAIŞê yê nû li Stenbol hat desteserkirin
Nuçe Belav bike

Medyau Tirkiyê dibêje di operasyonekê de li Stenbolê, Emîrê DAIŞê Ebu Hesen El Qureyşî hate girtin, Serokmarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan dê zanyariyan li ser vê mijarê eşkere bike.

Li gor zanyariyên ku li medya Tirkiyê belav bûne, hêzên emnî yên Tirkiyê hefteya derbasbûyî li ser zanyariyên îstîxbaretî operasyoneke berfireh li dijî DAIŞê birêve bir.

Medya Tirkiyê belav kiriye, piştî ku zanyariya hebûna Emîrê Nû yê DAIŞê Ebu Hesen El Qureyşî li Stenbolê gihişt hêzên emnî, bi rojan mala ku Qureyşî xwe tê de vedişart ket bin çavdêriyê û her liv û tevgereke li wê deverê hat şopandin.

Piştî çavdêrî û şopandina hûr ku bi rojan berdewam kir, bi fermana Rêveberê Giştî yê Emniyeta Stenbolê operasyona girtina Emîrê DAIŞê hefteya borî hat destpkirin û Emîrê Nû yê DAIŞê Ebu Hesen El Qureyşî hat girtin.

Her li gor zanyariyan, tîmeke Îstîxbareta Tirkiyê niha lêpirsînê li gel Emîrê DAIŞê dike û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dê di rojên pêş de girtina Emîrê Nû yê DAIŞê bi fermi rabigihîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1052 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:00:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x