Civîna Desteya Rêvebirina Navendî a CHPê roja Pêncşemê 1ê Hezîrana 2023an bi serokatiya Kemal Kiliçdaroglu hat çêkirin û encamên hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê hat nirxandin.
Li gor agahiyan civîn 4.5 demjimêran berdewam kir û ji bo CHPê nexşerêyek hat amadekirin.
Piştî civînê ti daxuyaniyek nehatiye dayîn û lê li gor zanyariyan hemû Endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya CHPê bi devkî îstîfa kirine û di rojên pêş de dê endamên nû bên eşkerekirin.
Di Partiya Komarî a Gel (CHP)de endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ji aliyê Serokê Giştî ve ji nav endamên Encûmena Partiyê (PM) tên diyarkirin.
Li gor hatiye ragihandin Encûmena Partiyê ya CHPê dê roja Şemiyê 3ê Hezîrana 2023an demjimêr 10:00an bicive.