Enqere: Biryara desteserkirina 30 kesan hat dayîn

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, bi hinceta “propagandaya PKKyê” biryara desteserkirina 30 kesan da.

17.10.2023, Sal - 12:44

Enqere: Biryara desteserkirina 30 kesan hat dayîn
Nuçe Belav bike

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, bi hinceta ku di Newroza 2022yan de “propagandaya PKKyê” kirine derbarê 30 kesan de biryara desteserkirinê da.

Hêzên emnî yên Tirkiyeyê li 8 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo desteserkirina 30 kesan dest bi operasyonê kir.

Di operasyonê de heta niha 21 kes hatine desteserkirin.

Kesên desteserkirî birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Enqerê.

Herwiha ji bo desteserkirina 9 kesên din operasyon berdewam e.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên emnî rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl, çalakvan û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 666 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:48:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x