Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hat girtin
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di çerçoveya Rewşa Awarte de ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê ve hat girtin.
Serokê Enstituya Kurdî yê Stenbolê Sami Tan ji ajansa Sputnik Kurdistanê re ragihand ku bê agahiya me polêsan bişev mixtar birine û dere Enstîtuyê mor kirine û heta niha tu agahiyek fermî ji me re nehatiye dayîn. Herwiha Tan da zanîn ku li ser morê nivîsandine di çerçoveya Rewşa Awerte de hatiye girtin.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1576 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:27:08