Erdogan: Belkî em serdana Hewlêrê jî bikin

Recep Tayyîp Erdogan derbarê serdana xwe ya 22yê Nîsanê ya Îraqê de got, “Piştî serdana xwe ya Bexdayê, belkî dema vegerê em serdana Hewlêrê bikin û ligel berpirsên wê derê bicivin.”

17.04.2024, Çar - 09:23

Erdogan: Belkî em serdana Hewlêrê jî bikin
Nuçe Belav bike

Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan, îşev piştî Civîna Lijneya Wezîran bersiva pirsên rojnamegeran da.

Erdogan li ser serdana xwe ya 22yê Nîsanê ya paytexta Îraqê, hevdîtina bi bi Serokê Giştî yê CHPyê û ji tayînkirina mamosteyan, serdana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin a ji bo Tirkiyeyê û çend babetên din peyamên girîng dan.

“Belkî em serdana Hewlêrê jî bikin”

Sernavên girîng ên daxuyaniyên Erdogan wiha ne:

“Bi taybetî aliyê Îraqî girîngiyeke mezin dide vê serdana me.

Bi vê serdanê re em dê pêwendiyên xwe yên wekî Tirkiyeyê û Îraqê deynin ser bingeheke cuda.

Yek ji rojeva herî girîng a serdana me jî pirsgirêka avê ye.

Di derbarê avê de hinek daxwazên wan ji me hebûn û em li ser van mijaran dixebitin.

Em dê hewl bidin vê pirsgirêkê bi wan re çareser bikin.

Jixwe dixwazin ku em vê meselê çareser bikin. Em dê di vî warî de gavên xwe bavêjin.

Di rojeva me  pirsgirêkên hatina gaza siruştî û petrolê ji bo Tirkiyeyê hene û em dê hewl bidin wan jî çareser bikin.

Piştî serdana xwe ya Bexdayê, em dikarin di dema vegerê de serdana Hewlêrê jî bikin û li gel berpirsên wê derê bicivin.

Hevalên me di vê mijarê de xebatên xwe didomînin.

"Dema serdana Putin wê zelal bibe"

Li ser hatina Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ji bo Tirkiyeyê jî Erdogan got:

“Gelek caran bi birêz Putin re bi telefonê pêwendiyên me hene.

Dîroka serdana wî ya Tirkiyeyê hîn nehatiye diyarkirin.

Ez di wê baweriyê de me ku ev mijar wê di demeke herî nêz de zelal bibe.”

"Deriyê me ji birêz Ozel re vekirî ye"

Li ser hevdîtina bi Ozgur Ozel jî re Erdogan got:

“Deriyê me ji Serokê CHPyê birêz Ozel re vekirî ye. Gelek mijarên me hene.

Gava ku ew werin serdana me, em dê rûnên û biaxivin.”

Vî nûçeyê tevayî: 144 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:25:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x