Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov duh derbarê hebûna Tirkiyeyê li Efrînê de axiftibû û gotibû, " Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî ti carî negotiye ku hêzên tirk dê li Efrînê bimînin û piştî bidawîbûna operasyonê, divê Tirkiye kontrola herêmê bide hikûmeta Sûriyeyê."
Erdogan di civîna koma partiya xwe ya Parlamanetoya Tirkiyeyê de bersiva pirsyaran da û ew gotinên Lavrovî nirxandin.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tyayip Erdoganî got, "ev nêzîkatî gelekî şaş e. Em baş dizanin bê em ê Efrînê niha bidin kê. Bila niha behsa wan deverên Sûriyeyê were kirin ku di bin kontrola welatên din de ne. Gotina 'ew dever dan rejîmê' me qanî nake. Gava dema wê were, em ê bixwe Efrînê radestî efrîniyan bikin. Lê ev dem a me ye; em ê wê demê diyar bikin, ne birêz Lavrov."
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Nurettin Canikli derbarê Efrînê de axiftibû û gotibû, "heta hemû tehdîd xelas nebin, em dê li Efrînê bin." Herwiha Canikli gotibû ku "gava tehdîda terorê li tevahiya herêmê rabe, em ê radestî hikûmeta navendî ya hatiye hilbijartî bikin."