Erdogan Bexda û Hewlêrê ziyaret dike: Di rojeva wî de çi heye?

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dê piştî 13 salan bi awayekî fermî Bexda û Hewlêrê ziyaret bike.

22.04.2024, Pts - 09:17

Erdogan Bexda û Hewlêrê ziyaret dike: Di rojeva wî de çi heye?
Nuçe Belav bike

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan herî dawî 29ê Adara sala 2011ê hatibû Hewlerê û beşdarî merasîma vekirina Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlerê bûbû. 

Erdogan dê li Bexda û Hewlêrê bi rayedarên payebilind re bicive.

Mijarên wekî ewlehî, av, pêwendiyên aborî û rewşa li Rojhilata Navîn dê rojeva hevdîtinan bin.

Bexda û Hewler xwe amade dikin ku piştî 13 salan Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan pêşwazî bikin.

Serdana Erdogan di demekê de ye ku li ser maseya gotûbêjan mijarên wekî ewlehî, enerjî  av, pêwendiyên bazirganî hene.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan got:

“Wekî hûn dizanin ji sala 2011ê ve cara yekem e di asta serokkomariyê de serdaneke wiha çêdibe.

Demeke dirêj e hem wekî aliyê Îraqê û hem wekî aliyê Tirkiyeyê girîngî bi vê serdanê tê dayîn û amadekarî tên kirin.”

Herî zêde girîngî bi dosyaya ewlehiyê tê dayîn

Hikûmeta Tirkiyeyê di nav  dosyayên gotûbêjan de herî zêde girîngiyê dide dosyaya ewlehiyê û "têkoşîna bi PKKyê re".

Tirkiye dixwaze ku navendeke hevbeş di navbera Enqere, Bexda û Hewlêrê de bê avakirin.

Ev jî di demekê  de ye ku Tirkiye dixwaze operasyona Pencê Kilîdê bi dawi bîne û şêwaza operasyonên xwe jî biguherîne.

“Hevahengiya Enqere, Hewlêr û Bexdayê bi nirx e”

Stratejîstê ji Navenda SDEyê Alper Tan got:

“Ji bo parastina ewlehiya herêmê ez difikirim ku em di rêyeke baş de ne.

Di vê mijarê de yekdengî û hevahengiya di navbera Enqere, Hewlêr û Bexdayê gelekî bi nirx e.

Eger çi welatekî din midaxele neke û Bexda, Hewlêr û Enqere li ser helwesteke hevbeş li hev bikin, Tirkiye û Îraq dikarin heta kendavê wekî korîdor biparêzin.”

Di vê serdana Edogan de mijarên wekî gaza xwezayî û petrola Herêma Kurdistanê jî dê mijarên gotûbêjan bin.

Herwiha dibe ku piştî serdana Erdogan hinartina petrola Herêma Kurdistanê careke din dest pê bike.

Serokê TESPAMê Oguzhan Akyener jî got:

“Armanc û derdê me yê sereke ew e ku em dibêjin ji ber rawestana veguhastina petrolê li Îraqê û herêmê metirsî heye ku aramî têk biçe.

Eger aborî têk biçe û xirab bibe îhtimal heye ku hinek grûpên terorî sûdê ji vê rewşê bibînin.

Em dibêjin ji bo ku pêşiya grûpên terorî bê girtin û herêm geş bibe û aboriya herêmê bi pêş bikeve pêwîst e careke din veguhastina petrolê dest pê bike.”

20 peyman dê werin îmzekirin

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan beriya serdanê ragihand ku dê di dema serdana Erdogan de zêdetirî 20 peymanan werin îmzekirin.

Beriya serdana Erdogan şandeyeke parlementerên Îraqê jî çûbûn Tirkiyeyê û bi Serokê Parlementoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş re civiyabûn.

Vî nûçeyê tevayî: 103 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:22:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x