Erdogan bo endamtiya Swêdê: Em nikarin erê bikin

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan derbarê endamtiya Swêdê ya bo NATOyê de got: “Tirkiye dê çawa baweriya xwe bi welatekî wiha bîne ku terorîst li kolanên wê bi asanî digerin. Ew dewleta ku nikare mesafeyekê bixe navbera xwe û rêxistinên terorîst dê çi sûdê bighîne NATOyê.”

08.07.2023, Cts - 07:31

Erdogan bo endamtiya Swêdê: Em nikarin erê bikin
Nuçe Belav bike

Ev demeke endamtiya Swêdê ya NATOyê di rojevê de ye, lê Tirkiye bi çend hincetan astengiyan li hember Swêdê derdixe û nerazî ye ku ew welat bê nav wê hevpeymaniyê. Serokkomarê Tirkiyê roja Înê 7ê Hezîrana 20223an li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê di bernameyeke Zanîngeha Berevaniya Niştîmanî de heman helwesta nerênî ya welatê xwe ya derbarê endamtiya Swêdê de dûbare kir.

Erdogan ragihand ku ew piştîvaniyê li berfirehbûna hevpeymaniya NATOyê dikin û got: “Me her dem helwêsta xwe dijî wan kesan nîşan daye ku di rûbirûbûna terorê de tedbîrên pêwîst wernagirin û parastina terorîstan dikin. Bingehê hevpeymaniyê bi avakirina dûalî ya keşûhewaya bawerî û hevkariyê çêdibe. Tirkiye dê çawa baweriya xwe bi welatekî wiha bîne ku terorîst li kolanên wê bi asanî digerin.”

Bo pesendkirina endmatiya NATOyê çend daxwazên Tirkiyê ji Swêdê hene. Ya sereke jî rûbirûneke bi bandor ligel wan rêxistinên ku Enqere wan wek "terorîst" dibîne. Swêdê heta niha çend pêngavên yasayî jî di vî warî de avêtine. Ji wan jî bo cara yekem bi hinceta “fînansekirina PKKî” darizandin û cezakirina bi 4 sal û 6 mehan a girtîgehê ya welatiyekî Bakurê Kurdistanê. Lê Enqere ji Stokholmê pêngavên zêdetir dixwaze. Roja Pêncşemê 6ê Hezîrana 2023an civîna sêalî ya Mekanîzmaya Hevbeş a Daîmî ya Swêd, Fînland û Tirkiyê li baregahê serekî yê NATOyê li Brukselê hat kirin. Lê Tirkiyê di vê civînê de jî glopa kesk bo endamtiya Swêdê ya NATOyê pênexist.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan ligel şandeke welatê xwe beşdar bû û piştî civînê gotibû: “Swêdê di warê yasayî de hinek guhertin kirin. Biryara sînordarkirina pîşesaziya berevaniyê ya li ser Tirkiyê rakir. Yasaya rûbirûbûna terorê jî 1ê Hezîranê ket warê cîbicîkirinê. Lê divê ev guhertin di pratîkê de bên xûyakirin. Ji ber sîstema ewlekariyê ya Swêdê li beramber çalakiyên terorê nikare mekanîzmayekî ava bike û em ji ber vê yekê bi fikar in. Di mijara rûbirûbûna terorê de endamtiya Swêdê ya NATOyê divê ne wek metirsiyekê be, berovajî vê yekê divê alîkar be bo NATOyê. Divê em bizanibin ku Swêd dê bikaribe bo Tirkiyê bibe hevpeymanek ewle.”

Piştî civînê sekreterê Giştî yê NATOyê ji bo yekalîkirina vê mijarê biryar dabû heftiya bê ligel Serokkomarê Tirkiyê û Serokwezîrê Swêdê bicive û gotibû: "Me careke din tekez kir ku endamtiya Swêdê dikare çê bibe û erêkirina endamtiya Swêdê nayê wateya bidawîbûna hevkariya bi Tirkiyeyê re, wek ku îro li vir hevkariya Fînlandê bi me re berdewam dike. Roja Dûşemê li Vilnius ez dê civînekê ligel Serokkomar Erdogan û Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson saz bikim daku di vê pêvajoyê de gaveke din ber bi pêş biavêjin."

Di 11 û 12ê Temûzê de lûtkeya NATOyê li Vilnius a paytexta Lîtvanyayê tê saz kirin. Amerîka û hevpeymanên Rojava yên NATOyê jî dixwazin Tirkiye berî wê lûtkeyê biryara hatina Swêdê ya di nav wê hevpeymaniya leşkerî de pesend bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 277 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:59:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x