Erdogan daxwaz ji Putin kir: Xebatên PYDê li Moskowê bidin sekinandin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Moskowê ji Putin xwest, xebatên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ên li Moskowê bidin sekinandin.

10.03.2017, Cum - 16:48

 Erdogan daxwaz ji Putin kir: Xebatên PYDê li Moskowê bidin sekinandin
Nuçe Belav bike

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Moskowê ji Putin xwest, xebatên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ên li Moskowê bidin sekinandin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di civîna Encumena Hevkariya Asta Bilind a Tirkiye û Rûsyayê de li ser têkoşîna li dijî DAIŞê diyar kir: “Gelek giring e ku di têkoşîna li dijî terorê de em bi awayekî nêzîk û hevdemî tevbigerin.”

Erdogan aşkere kir, ew li wê hêviyê ne ku xebatên PYDê werin rawestandin û got: “Bi taybetî em li bendê ne ku xebat û çalakiyên PYDê ku baskê Sûriyê yê PKKê ye, li Moskowê werin sekinandin.”

Herwiha li ser aramiya Sûriyê jî Erdogan destnîşan kir: “Li Sûriyê ji bo rawestandina xwîna ku diherike û herwiha dabînkirina aramiyê, peywirên me hemûyan hene.”

Erdogan li ser muafiyeta vîzeyê jî aşkera kir, ku haya wî jê heye Rûsya li ser muafiyeta vîzeyên karsaz, ajotvanên veguhastina bazirganî û pasaportên fermî li ser hin formulan dixebitin û ji wan daxwaz kir ku di demeke kin de ev muafîyet were dabînkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1168 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:51:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x