Erdogan derbarê erdheja Kurdistanê de axivî!

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, ku piştî erdheja li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê demildest Tirkiyê alîkarî şandiye Başûrê Kurdistanê.

13.11.2017, Pts - 12:47

Erdogan derbarê erdheja Kurdistanê de axivî!
Nuçe Belav bike

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, beriya serlêdanên xwe ya Rûsyayê li Firokexaneya Atûtürk a Stenbolê di civîneke çapemeniyê de behsa erdheja li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê kir û daxwaza sersaxiyê kir.

Erdogan got: “Piştî erdhejê saziyên me yên peywendîdar alîkarî gihandine herêmê. Heyva Sor û AFADê tîmên rizgarkirina sivîlan şandine herêmê. Herwiha karveneke alîkariyan a 50 barhilgiran pêk dihat, ji Xabûrê derbasî aliyê din bû. Herwiha derman, çadir û beteniyan jî emê bişînin û alîkariya pêwîst em dê bişînin. Di rewşên wiha de Tirkiye herdem çûye hevkariya birayên xwe. Ji bo alîkariyê fermanên pêwîst hatine dayîn.”

Derbarê serdana xwe ya Rûsyayê de Erdogan got, ku ew dê yekemîn car serdana bajarê Soçiyê bike û li gel Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn hevdîtinê bike.

Her wiha Erdogan da zanîn, ku di rojeva hevdîtinê de peywendiyên siyasî û aborî yên herdu welatan û herwiha rewşa Sûriyê dê were gotûbêjkirin.

Tayyip Erdogan da xuyakirin: “Me rêjeya bazirganiya li gel Rûsyayê weke 100 milyar dolar diyar kiribû û em vê hestiyariya xwe didomînin. Astengiyên pêşiya vê armancê bi giştî hatine rakirin.”

Derbarê qeyrana Qeter û weletên Kendavê de jî Serokomarê Tirkiyê diyar kir, ku dê leşkerên Tirkiyê li Qeterê bicîh bibin û bang li Erebîstan, Behreyn, Eman û Qeterê jî kir, ku pirsgirêkên xwe di nava hêminiyê de çareser bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1115 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:07:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x