Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di civîna koma partiya xwe de behsa operasyoneke nû ya li dijî Rojavayê Kurdistanê kir.
Recep Tayyip Erdogan îro 1ê Hezîranê di civîna koma partiya xwe de ragihand: “Em derbasî qonaxeke nû ya biryara xwe ya avakirina herêmeke ewle ya bi kûrahiya 30 kîlometreyan dibin. Em ê Til Rifet û Minbicê ji terorîstan paqij bikin. Piştre jî em ê qonax bi qonax li deverên din jî heman tiştî bikin.”
Erdogan li ser serlêdana Swêd û Fînlandayê ya ji bo endambûna NATOyê jî axivî û got: “Me derbarê endambûna herdu welatan bo NATOyê de, ji ber piştevaniya wan a ji bo rêxistina terorê ya PKKê û saziyên girêdayî wê, bi awayekî eşkere û bilez ragihand ku em li dijî endambûna wan in.”
Serokomarê Tirkiyê got: “NATO rêxistineke ewlehiyê ye, NATO ne rêxistineke alîkariya bo terorîstan e.”
Herwiha diyar kir: “Li Swêd, Fînlanda, Almanya, Fransa û Holanda, polîs wan diparêze. Ew jî bi posterên serokê rêxistina terorîstî xwepêşandana xwe dikin. Li pêşiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê konan vedidin û pere kom dikin. Tevî hemû van tiştan em çawa divê bibêjin kerem bikin werin bibin endam.”