Erdogan: Divê Efrîn ji PYD'ê were paqijkirin

Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan, Kantona Efrîn ya Rojavayê Kurdistanê got; "lazime ku em Efrîn ji rêxistina terorî PYD'ê paqij bikin."

17.11.2017, Cum - 09:25

Erdogan: Divê Efrîn ji PYD'ê were paqijkirin
Nuçe Belav bike

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, ku Amerîkayê derbarê PYD'ê de soz dane wan lê ev sozên xwe bicîh ne anîne û got: “Niha divê em Efrînê ji rêxistina terorê ya PYD'ê û herwiya YPG'ê paqij bikin.”

Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê Ak Partiyê Recep Tayyip Erdogan di civîna rêxistinên bajaran a partiya xwe de axivî û rexne li rêveberiya Amerîkayê girt.

Di domandina axaftina xwe de Erdogan got: “Di destpêka krîza Sûriyê de Amerîkayê hinek soz dan lê ew sozên xwe bicîh neanîn. Li Efrînê jî em naxwazin heman lîstok dubare bibe. Weke hevpeyman me dikariya gelek pirsgirêkan çareser bikin lê mixabin Amerîkayê ev mijar xistine nava tengezariyê. Mijara Reqayê wiha ye, Dêrezor wiha ye.”

Her wiha Recep Tayyip Erdogan da xuyakirin, ku niha 5 firokexaneyên Amerîkayê û 8 baregahên wan li Sûriyê hene û diyar kir: “Niha li Reqayê jî baregahê çêdikin. Ma dê ji we nepirsin ka çi karê we heye û 12 hezar kîlometreyan li dûrê welatê xwe çi dikin?”

Erdogan îdîa kir, ku hêza DAIŞ û PYD afirandiye heman ew hêz e, ku xwestiye bi referanduma Başûrê Kurdistanê, Iraqê bixe nava ne seqamgîriyê û herwiha got, ku ew hêz rêxistina FETO jî xwedan dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1181 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:31:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x