Erdogan: Îdlib qediya, li Pêş Me Efrîn Heye

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Sêşemê dîyar kir ku operasyona Artêşa Tirk ya li Îdliba Sûrîyê ‘’bi awayekî berfireh bi dawî bûye, lê hîn mijara Efrînê jî sekinîye’’

24.10.2017, Sal - 10:35

Erdogan: Îdlib qediya, li Pêş Me Efrîn Heye
Nuçe Belav bike

Erdogan di komcivîna Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) de da zanîn ku ew li herêmê di rêyeke rast de dimeşin û di mijara Efrînê de jî ‘’dibe ku ew şevekê ji nişka ve lêxin’’

Di berdevamiya axaftina xwe de Erdogan got, ‘’Hemî rastî li holê ne. Em bi rastîyan diaxifin. Ji 3500 zêdetir TIR çek birin herêmê. Ew çek ma dijî DAIŞ’ê hatin xebitandin, em baş dizanin ew li kû hatin karanîn’’

Erdogan bi berdewamî da zanîn ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) zarokê Partîya Karkarên Kurdistan (PKK) e û Amerîka jiber ku bi wê yekîneyê re operasyona Reqa li dar xistiye rexne kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1218 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:16:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x