Erdogan: Em dê vê havînê ewlehiya sînorên xwe yên bi Îraqê re bi temamî kontrol bikin

Recep Tayyîp Erdogan got, "Em dê ji havîna îsal ve ewlehiya sînorên xwe yên bi Îraqê re bi temamî kontrol bikin û teqez em dê xebatên xwe yên ku li Sûriyeyê neqediyane jî biqedînin.

19.03.2024, Sal - 06:51

Erdogan: Em dê vê havînê ewlehiya sînorên xwe yên bi Îraqê re bi temamî kontrol bikin
Nuçe Belav bike

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Enqereyê li gel Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler beşdarî bernameya fitarê bû.

Di berameya fitarê de Erdogan behsa pêwendiyên Tirkiyeyê yên li gel welatên rojava kir û "gemaroya serbazî ya li ser Tirkiyeyê" kir û got:

"Fermandarên min wan pêvajoyan baş dizanin. Amerîka û welatên rojava fîşekên normal nedane me, gemaro danîn ser me.

Em hevalbendên we ne. Wan ev nekir lê niha em fîşekên xwe yên xwecihî difiroşin wan."

"Em dê sînorê xwe yê li gel Îraqê kontrol bikin"

Erdogan bal kişand ser ewlehiya sînorên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê.

Herwiha Erdogan amaje bi wê yekê kir ku ew bi dron, çek û cebilxaneyên xwemalî li dijî PKKyê operasyonan pêk tînin û wiha pê de çû:

“Di encama operasyonên xwe da em dê koka wan biqelînin û êdî destûrê nedin ku li serê miletê me bibin bela.

Bêyî ku em binêrin proje ya ke ye, em dê destûrê nedin ku li başûrê sînorên me teroristanek bê avakirin.

Ewlehiya sînorên me yên Îraqê dê îsal havînê bên kontrolkirin. Herwiha em dê karê xwe yê li Sûriyeyê nîvco maye jî teqez bi dawî bikin."

Demeke dirêj e Tirkiye, li dijî PKKyê amadekariyên operasyonên nû yên leşkerî dike.

Di wê çarçoveyê de de Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin di nava mehekê de 2 caran çûn Bexdayê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 169 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:29:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x