Erdogan derbarê Efrîne de jî got: "Bi Harekata Mertala Firatê jî jixwe her tişt hate dîtin. Di pêvajoya ji niha û pê ve de em ê li Idlîbê jî heman gavan biavêjin. Em ê li Efrînê jî heman gavan biavêjin. Kî dstdirejiyeke piçûk gefeke piçûk li me bike, em ê hesabê vê bipirsin. Em ê ji dewleteke ku 911 kîlometre sînorê pê ve hene gefan bixwûn û em ê bêdeng bimînin, lê ji 12 hezar kîlomtre dûriyan dê hinek werin û mudaxalê bikin. Ev çawa kar e?
Erdogan axaftina xwe berdewam kir û got: "Em ê li Sûriyê operasyona Idlîbê temam bikin. Em ê Efrînê xelas bikin. Em ê Minbîçê jî bidin xwediyê wê yên esasî. Em ê herêmên din jî ji rêxistinên terorî rizgar bikin. Li Iraqê di serî de Qendîl çi qasî çiravên ku li hember welatê me di çalakiyên terorî de tên bikaranîn hebin êm ê ziwa bikin.