Erdogan: Havînê em dê meseleya bi sînorê Îraqê re bi temamî çareser bikin

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan got, “Havîna pêşiya me em dê meseleya bi sînorê Îraqê re awayî mayînde çareser bikin.”

05.03.2024, Sal - 07:00

Erdogan: Havînê em dê meseleya bi sînorê Îraqê re bi temamî çareser bikin
Nuçe Belav bike

Civîna Kabîneyê ya Serokomariyê ya bi serokatiya Erdogan qediya.

Civîna ku li Kulliyeya Serokomariyê ji çapemeniyê re girtî çêbû qasî 2 saet û 30 xulekî dewam kir.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan piştî Civîna Kabîneyê daxuyanî da.

Erdogan got, " Mijareke me ya din jî teror e. Tekoşîna me ya li dijî terorê li navxwe û derveyî sînorên me bêyî ku em guh bidin astengan bi biyarî berdewam dike.

Hindik ma em wê çembera ku sînorê me yê bi Îraqê ewle bike, temam bikin. Havîna pêşiya me em dê meseleya bi sînorê Îraqê re têkildar e awayî mayînde çareser bikin.

Li sînorê me yê li gel Sûriyeyê jî hewl û plana me ya pêkanîna korîdoreke ewlehiyê ya 30-40 kîlometreyî jî berdewam dike.

Em bi biryar in ku valahiya vê korîdora ku hin ji wan bi operasyonên berê hatine avakirin, bi gavên nû re tije bikin.

Em bangî her kesên li herêmê dikin ku rêzê li vê stratejiya me ya ewlehiyê bigirin.

Em bi eşkereyî dibêjin. Eger na hûn dê bibin sedema rageşiya ku dê derkeve holê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 229 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:13:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x