Erdogan ji çalakiya Kurdî re peyamek şand

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji çalakiya “Wêjeya Kurdiya Klasîk û Berhemên Kurdî” re peyamek şand ku li Wanê tê lidaxistin.

05.07.2024, Cum - 16:10

Erdogan ji çalakiya Kurdî re peyamek şand
Nuçe Belav bike

Li Wana Bakurê Kurdistanê Festîvala Rêya Çandê tê kirin.

Festîvalê 29ê Hezîranê dest pê kir û dê heta 7ê Tîrmehê berdewam dike.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan peyameke nivîskî şand festîvalê û peyama wî ji aliyê Gulşen Orhana şêwirmenda wî ve hat xwendin.

Erdogan di peyama xwe de got ku Cizîr, Hemedan, Wan, Erdelan, Îmadiye, Bedlîs, Colemêrg, Bazîd, Hîzan, Sêrt û Amed bi medreseyên xwe navdar in û Wêjeya Klasîk a Kurdî li wan deran bi pêş ketiye.

“Girîng e ku ciwanên me van berhemên bêpehma yên Kurdî nas dikin”

Recep Tayyîp Erdogan amaje bi girîngiya danasîna berhemên Kurdî da û got:

“Li medreseyan li gel wêjeyê di qadên dîrok, felsefe, avahîsazî, endezyarî, bîrkarî û astronomiyê de gelek alim, zana, helbestvan û nivîskar derketine ku gihiştine lûtkeya qadên xwe.

Gelek şahrezayên kelam, qelem û zanistê yên wekî Eliyê Herîrî, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran berhemên xwe ne tenê diyarî mirovên vê axê, diyarî hemû mirovatiyê kirine.

Ez gelekî girîng dibînim ku li Wanê bernameyeke wiha hatiye sazkirin û ew berhemên bêhempa yên Kurdî bi ciwanên welatê me tên danasîn.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 111 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:31:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x