Erdogan ji Sûdanî re behsa PKK û Îsraîlê kir

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Stenbolê li hev rûniştin.

02.11.2024, Cts - 10:14

Erdogan ji Sûdanî re behsa PKK û Îsraîlê kir
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya ku Serokatiya Pêwendiyan a Serokkomariya Tirkiyeyê daye, “pêwendiyê Îraq û Tirkiyeyê û mijarên herêmî û cîhanî” hatine nirxandin.

Erdogan daxuyand, “Rêxistinên terorê hem ji bo Tirkiyeyê û hem jî ji bo Îraqê metirsî ne.”

Recep Tayyîp Erdogan got ku “gavên erênî yên Îraqê yên li hemberî PKKyê “ Tirkiyeyê memnûn dikin.

Serokkomarê Tirkiyeyê anî zimên ku di navbera her du welatan de pêwendiyên dîrokî û çandî hene û bipêşxistina pêwendiyan û nirxandina derfetên hevkariyê yên wekî Rêya Bipêşketinê dê gelek sûdan bigihîne her du welatan.

Erdogan amaje pê kir, “Êrişkariya Îsraîlê ya ku li herêmê roj bi roj berbelav dibe hem ji bo aştiya herêmê û hem ji bo ya cîhanê gef e.”(Rudaw)

 

Vî nûçeyê tevayî: 176 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:40:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x