Erdogan li ser ‘PKK, PDK û YNK’yê axivî

Erdogan piştî ku ji Misirê vegeriya li ser Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) axivî.

15.02.2024, Per - 12:15

Erdogan li ser ‘PKK, PDK û YNK’yê axivî
Nuçe Belav bike

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî serdana xwe ya li Îmarat û Misirê dema vegera Tirkiyeyê, di balafirê de daxuyanî da rojnamegeran.

Erdogan got, “Silêmanî, ango rêveberiya YNKyê, li gel gelek hişyariyên me jî per û baskên xwe ji PKK/YPG/PYDyê re vedike."

Demên dawiyê gelek rayedarên Tirkiyeyê çûbûn Bexdayê û hatibûn Hewlêrê.

“Serdanan atmosfer nerm kir”

Erdogan li ser van serdan û hevdîtinan wiha axivî:

“Wezîrê me yê karên derve Hakan Fîdan, wezîrê me yê parastina Yaşar Guler û Serokê me yê MÎTê Îbrahîm Kalin li ser hev çûn Îraqê.

Van serdanan atmosfera ku ji ber van geşedanên neyînî yên li Îraqê ava bûbû, nerm kir.

Herwiha di navbera Tirkiye û Îraqê de hem di warê hikûmeta navendî de hem jî di warê gavên ku li Bakurê Îraqê hatin avêtin de, geşedanên baş çêbûn."

Erdogan got ku “ew rêzê li xaka Îraqê digirin” û berdewam kir:

“Li ser vê helwesta neyînî ya Silêmaniyê me gelek caran hişyarî dan.

Me got, 'Em li vir hin pêkhateyên nû û cuda dibînin, derfetê medin van, heger na hûn dê tenê bimînin.'

Bi Hewlêrê (PDK) re hevahengiya me heye lê bi Silêmaniyê (YKN) re nîne”

“Me hişyariya xwe anî ziman”

Erdogan anî zimên “Tim destên me li ser Silêmaniyê ne” û got:

“Hevahengiya têkoşîna li dijî terorê ya me bi rêveberiya Hewlêrê pêk aniye, di rêyeke erênî de ye lê belê Silêmanî, ango rêveberiya YNKyê tevî gelek hişyariyên me jî per û baskên xwe ji PKK/YPG/PYDyê re vedike.

Me di vê hevdîtina xwe de jî ev mijar anî rojevê û hişyariya xwe anî ziman.

Bila kes hêviya helwesteke cuda neke, em berteka pêwîst didin.

Em ji vê meseleyê re nabêjin baş e. Gavên ji destê me tên em diavêjin û em ê biavêjin.

Di gelek mijaran de tehemula me heye lê belê ku mijar hebûna me û ewlehiya me ya neteweyî be, em çi pêwîst be wê dikin.

Heger armanc dijmintiya me be, ji wê re jî berteka me heye, tedbîr hene ku em dê bistînin, em dudilî nabin ku gavên qewîntir biavêjin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 559 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:53:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x