Erdogan li ser Wanê axifî: Em bêrêziyê nakin

Serokkomarê Tirkiyeyê di bernameyeka fitarê de li ser bûyerên li Wanê got, “Em bi ti awayî bêrêziyê li îradeya gel nakin.”

04.04.2024, Per - 09:12

Erdogan li ser Wanê axifî: Em bêrêziyê nakin
Nuçe Belav bike

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Enqereyê bi Polîs, Cendirme û Hêzên Ewlehiya Peravê re fitar vekir.

Piştî fitarê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan gotarek pêşkêş kir.

Erdogan di gotara xwe de bi awayekî nerasterast li ser bûyerên li Wanê yên biryara nedana mazbataya Abdullah Zeydan axivî û got:

“Li hin parêzgehên me li kolanên me bûyerên kaosê rû dane. Hin kesan dîsan xwestin kolanên me terorîze bikin. Hêzên me yên polîsan rê nedan bûyer mezin bibin. Komara Tirkiyeyê ne dewleta konî ye û dê wisa nabe jî. Em bi ti awayî bêhurmetiyê li îradeya gel nakin.”

“Siya ti bûyeran li ser hilbijartinan çênebû”

Erdogan behsa pêvajoya hilbijartinan jî kir û got:

“Me di 31ê Adarê de hilbijartineke din bi serkeftî bi dawî kir. Ji bilî çend bûyerên cuda, ti bûyereke ku siya wê bi ser pêvajoya demokrasiya me de pêk were çênebû.

Bi saya we me provakasyonên rêxistinên cudaxwaz li hin parêzgehên xwe pûç kirin. Di van hilbijartinan de ji bilî xurtbûna îradeya neteweyî, hin sûcdarkirinên hatin rojevê jî bêbingeh in.

Ez hêvî dikim ew kesên hin kesan sûcdar kirin, dema ku encam ne wekî ku wan dixwest derkeve careke din hewlên wisa nedin.”

Erdogan herwiha anî ziman:

“Tirkiye welatê hevpar ê 85 milyon kesî ye, ji kîjan partiyê dibe bila bibe. Mijareke din a ku divê em di ser siyasetê re bibînin, belaya terorê ye.

Hemû rêxistinên terorê dijminên gelê me ne. Bi saya operasyonên xwe me rêxistina terorê ya cudaxwaz xistiye asta tunebûnê.

Hêvî dikim, em dê wan gavên ku me avêtine bi biryar bidomînin. Em bi biryar in ku ji dost û dijminan re nîşan bidin ku cihê terorê nîne.”

Çi bûbû?

31ê Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî hatin kirin.

Namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an bû serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û DEM Partiyê her 14 şaredariyên Wanê standin.

Abdullah Zeydan dema ku parlamenterê HDPyê bû, sala 2016an hatibû girtin û bi Selahattîn Demîrtaş re zêdetirî 6 salan di Girtîgeha Edîrneyê de mabû.

Zeydan sala 2022yan hatibû berdanû  piştî ku ji girtîgehê derketibû bi biryara dadgehê qedexeya li ser mafên xwe rakiribû û li ber namzedbûna wî ti asteng nemabûn.

Derket holê ku Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê beriya hilbijartinan bi du rojan (29ê Adarê) îtirazî dadgehê kiriye û heman dadgehê jî ev biryara xwe betal kiriye.

Namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas jî li Wanê bi rêjeya ji sedî 27,15an bûbû duyem.

Lê Lijneya Hilbijartinan a Bajêr mazbataya şaredarbûnê da namzedê AK Partiyê.

Lijneya Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) îtiraza DEM Partiyê qebûl kir û biryar da ku Abdullah Zeydan mazbatayê bistîne.

Piştî ku li Wanê mafê Abdullah Zeydan ê şaredarbûnê hat betalkirin û mazbata bi berbijêrê AKPyê yê Şaredariya Wanê hat dayîn li bajarê Wanê û li seranserê Bakurê Kurdistanê gelek çalakî û xwepêşandan hatin kirin.

Di dawiyê de Lijneya Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) piştî nerazîbûna xelkê û partiyên siyasî biryara Lijneya Hilbijartinan a Wanê betal kir.

Vî nûçeyê tevayî: 214 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:58:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x