Erdogan, Nêçîrvan Barzanî vexwende merasîma sondxwarinê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku ji ber serkeftina di hilbijartinan de Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan pîroz kiribû. Erdogan bi fermî Nêçîrvan Barzanî vexwende merasîma sondxwarinê ya ku dê li Enqereyê bê kirin.

01.06.2023, Per - 05:49

Erdogan, Nêçîrvan Barzanî vexwende merasîma sondxwarinê
Nuçe Belav bike

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro Çarşemê 31ê Gulana 2023an ragihand, Nêçîrvan Barzanî pêwendiyeke telefonî bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re daniye û ji ber serkeftina di hilbijartinên Tirkiyê de pîrozbahiya lê kiriye.

Nêçîrvan Barzanî hêviya serkeftinê ji gel û Hikûmeta Tirkiyê re xwest û diyar kir ku Herêma Kurdistanê amade ye û dixwaze di her warî de peywendiyên xwe yên bi Tirkiyê re pêş bixe.

Erdogan tekezî li ser xurtkirina pêwendiyên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re kir, Nêçîrvan Barzanî vexwende merasîma sondxwarinê ya li Enqerê.

Di peywendiya telefonî de mijarên herêmî û pirsgirêkên din ên hevpar jî hatin gotûbêjkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 563 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:56:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x