Erdogan roja vekirina Ayasofyayê li ber îbadetê aşkere kir

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro gotareke pêşkêş kir û behsa vekirina Ayasofyayê li ber îbadetê kir.

10.07.2020, Cum - 19:46

Erdogan roja vekirina Ayasofyayê li ber îbadetê aşkere kir
Nuçe Belav bike

Erdogan roja vekirina Ayasofyayê li ber îbadetê aşkere kir û ragihand, “Em dê amadekariyan bilez temam bikin û roja 24ê Tîrmeha 2020an bi nimêja Înê Ayasofyayê li ber îbadetê vekin.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro gotareke pêşkêş kir û behsa vekirina Ayasofyayê li ber îbadetê kir.

Erdogan ku îro piştî biryara dadgehê wî jî biryara vekirina Ayasofyayê li ber îbadetê îmze kir got, “Ayasofya bi statuya xwe ya nû gelek ji diltir û resentir herkesê hembêz bike. Wek hemû mizgeftên me deriyê Ayasofyayê jî dê li ber misliman û ne misilmanan vekirî be.”

Serokomarê Tirkiyê daxwaz kî kir ku rêz li biryara Dadgeha Bilind a derbarê Ayasofyayê de bê girtin û got, “Helbet em dê pêşwaziyê li her nêrînekê bikin di qada navdewletî de, lêbelê bikaranîna Ayasofyayê bi her mebestekê mafekî Tirkiyê yê têkildar bi serweriya wê ye. Em dê her helwesta ji nêrînê zêdetir weke binpêkirina serxwebûna xwe qebûl bikin.”

Di dewama gotinên xwe de Erdogan biryara Encûmena Wezîran a Tirkiyê ya 24ê Mijdara 1934an ku Ayasofya veguhrandibû muzexaneyê rexne kir û got, “Ev biryar li gel ku xiyanetek bû li dîrokê, li dijî hiqûqê jî bû. Ji ber ku Ayasofya ne malê dewletê û ne jî yê saziyekê ye, Ayasofya milkê weqfê ye. Daxwazkirina girtina Vatîkanê li ber îbaetê û veguherandina wê bo muzexayê û rijdbûna derbarê hiştina Ayasofyayê wek muzexane, berhemên heman lojîkê ne.”

Herwiha Erdogan vekirina Ayasofyayê li ber îbadetê weke agahdariyek ji bo “azadbûna Mescîdî Aksa” binav kir û li gor wî ev biryareke derengmayî ye.

Her di wê gotara xwe de Erdogan aşkere kir ku ew dê bilez amadekariyan temam bikin û roja 24ê Tîrmeha 2020an bi nimêja Înê Ayasofyayê li ber îbadetê vekin.

Dadgeha Bilind a Tirkiyê îro biryara derbarê Ayasofyadê de aşkere kir û biryara Encûmena Wezîran a sala 1934an hilweşand û bi vî awayî li Ayasoyayê rê li ber îbadetê vebû.

Piştî biryara Dadgeha Bilind a Tirkiyê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî biryara radestkirina îdareya Ayasofyayê bo Serokatiya Karûbarên Ewqafê û vekirina wê li ber îbadetê îmze kir.

Komîsyona Azadiya Baweriyan a Navdewletî ya Amerîkayê jî derbarê biryara vekirina deriyê Ayasofyayê li ber îbadetê daxuyaniyek belav kir û ew biryar şermezar kir.

Ayasofya sala 537an di sedema Imparatoriya Bizans de weke Dêra Patriyarkiya Ortuduks a Yunanî hatiye avakirin. Osmaniyan di sala 1453 de Stenbol girtin û Dêra Ayasofya guhertin û kirin mizgeft.

Piştî damezrandina komara sekular a Tirkiyê û di sala 1935an de, hikûmeta Tirkiyê ew avahiya dîrokî kire muzexane ji hingê ve heta niha statuya wê muzexane ye.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 650 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:30:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x