Erdogan: Rûsya, wek İdlîbê wê Efrînê jî hevkarê me be!

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe ya di derbarê rewşa Rojava de got: "Di mijara Idlîbê de em û Rûsyayê di nava hevkariyekê de ne. Wê Efrîn jî têkeve nava vê hevkariyê."

02.11.2017, Per - 06:55

Erdogan: Rûsya, wek İdlîbê  wê Efrînê jî hevkarê me be!
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya Hande Firata rojnameya Hurriyetê, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe ya vegera Azerbeycanê de ji bo Rojava got: "Di mijara Idlîbê de em û Rûsyayê di nava hevkariyekê de ne. Wê Efrîn jî têkeve nava vê hevkariyê."

Serokomar Erdogan di axaftina xwe de dibêje: "Dibe Efrîn ji bo me tehdîdan çêbike. Bi rêya dagirkirina Idlîbê dixwazin xwe bigihînin Derya Spî. Em nikarin rê bidin tiştekî wiha. PYD ji bo ji Dêra Zorê xwe bigihîne Deryaya Spî divê rêya bakur bi kar bîne. Ev jî bi rêdana me gengaz e û em qet rêya tiştekî wiha nadin. Li başûr jî Rûsya û rejim heye û herdu jî rê nadin wan. Herêma Dêra Zorê cihê petrolê ye û bi hêsanî ji wan re bernadin."

sputnîk
Vî nûçeyê tevayî: 1285 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:38:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x