Erdogan û Stoltenberg peywendiyeke telofonî pêk anîn

Serokkomarê Tikiye Recep Tayîp Erdogan û Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di peywendiyeke telefonî de endamtiya Swêd û Fînlandê ya bo NATOyê gotûbêj kirin.

04.06.2022, Cts - 06:38

Erdogan û Stoltenberg peywendiyeke telofonî pêk anîn
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniyeke Serokayetiya Ragihandina Serokkomariya Tirkiye, Serokkomarê wî welatî Recep Tayîp Erdogan îro 3ê Xezîrana 2022ê ligel Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg peywendiyeke telefonî pêk aniye.

Li gor zanyariyên hatine belav kirin herdû aliyan di wê peywendiya telefonî de, daxwazên welatên Swêd û Fînlandê bo endamtiya NATOyê gotûbêjkirine û Erdogan ji Stoltenberg re gotiye ku nîgeraniyên ewlehiyê yên welatê wî derbarê endamtiya wan herdû welatan de li ser bingeheke dadperwerî û rewa ne.

Serokkomarê Tirkiye herwiha tekezî li ser wê yekê jî kiriye ku divê Swêd û Fînland bi eşkere nîşan bidin ku wan dest ji piştevaniya teroroê berdaye, dorpêçên li ser Tirkiye rakirine û amade ne ku hevsoziya xwe bo hevpeymaniya NATOyê nîşan bidin.

Herwiha Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg jî di peywendiya telefonî de balkişandiye ser cîbicîkirina daxwazên Tirkiye ku hevpeymaneke girîng a NATOyê ye.

Mijara endamtiya welatên Swêd û Fînlandê bo NATOyê ev demeke di rojevê de ye û Tirkiye, bi hinceta ku ew welat piştevaniyê didin Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Rojavayê Kurdistanê li dijî endamtiya wan welatan e di wê hevpeymaniya ewlehiyê de. Heftiya derbasbûyî jî şandeke hevbeş ji bo razîkirina Tirkiye li ser vê mijarê serdana Enqereya paytexta Tirkiye kiribûn û ligel berpirsên wî welatî civiyabûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 569 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:35:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x