Fînacîal Tîmes: Tirkiye nikare petrola Kurdistanê rawestîne

Rojnameya Îngîltereyê Financial Times di raporta xwe de cih da gefên Tirkiyeyê yên derbarê rawestandina petrola Kurdistanê û ragihand ku Enqere nikare petrola Kurdistanê bide sekinandin.

26.09.2017, Sal - 12:05

Fînacîal Tîmes:  Tirkiye nikare petrola Kurdistanê rawestîne
Nuçe Belav bike

Rojnameya Îngiltereyê Financial Times di raporta xwe de dibêje: "Tevî zimanê tund ê Enqereyê û gefên wê, lê ti niyet û îradeyek li cem aliyê Tirkiyeyê nayê dîtin ku wê boriya petrola Kurdistanê bigire, ku bi riya Tirkiyeyê ji Herêma Kurdistanê digihêje bazarên cihanê. Ji ber ku

Enqere di warê baca gumrikê de mifayê ji wê boriyê dibîne û bûye aliyekî cihê baweriyê ji bo gihandina petrol û sotemeniya ku li Rojhilata Navîn bi rêya şirketên Rûsî tên berhemanîn."

Her wiha Rojname di dirêjiya raporta xwe de destnîşan dike: "Eger Tirkiye petrola Kurdistanê rawestîne, ew ê nikaribe petrolê ji Iraqê bişîne bazarên navdewletî."

sputnîk
Vî nûçeyê tevayî: 1256 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:47:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x