HAK-PAR dê li 81 parêzgehan bi namzetên welatparêz beşdarî hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an bibe

Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) dê li 81 parêzgehan bi namzetên welatparêz beşdarî hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an bibe.

13.02.2024, Sal - 12:42

HAK-PAR dê li 81 parêzgehan bi namzetên welatparêz beşdarî hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an bibe
Nuçe Belav bike

Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) dê li 81 parêzgehan bi namzetên welatparêz beşdarî hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an bibe.

Armanca me ji hilbijartinan ew e ku di vê pêvajoya bilindbûna hesasiyeta siyasî de daxwazên bingehîn ên gelê Kurd derxin pêş. Em ê gelê kurd ji destê partiyên sazumanê re bernedin ên ku li ser bingehê dijayetiya kurdan bi hev re dikevine pêşbaziyê. Û yên ku bi rêxistinên projeyî enerjiya gelê Kurd dikin dûvik ji bo kemalîstan.

Armanca me ew e ku em xeletiyên wan kesên ku 100 sal berê li ser navê kurdan siyaset kirine û ji bo serkeftina Osmaniyan an jî Îttîhat û Terakkîyan xebat kirine, mafên rewa yên kurdan dane aliyekî, dubare nekin.

Armanca me ew e ku em rê û siyaseteke wisa bidin ber xwe ku di navenda wê de rojeva kurdan, berjewendiyên kurdan û daxwazên kurdan pirsa bingehîn be.

Herweha armanca me ev e ku bi van xebatan gav bi gav bingehekê ji bo yekitiya welatparêzên Kurd pêkbînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 452 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:16:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x