HDP dê vê hefteyê berbijêrê xwe eşkere bike

Hevseroka HDPê Pervin Buldan ragihand dibe ku ew berbijêrê xwe yê serokkomariyê di hefteya yekem a meha Sibatê de eşkere bikin.

01.02.2023, Çar - 08:21

HDP dê vê hefteyê berbijêrê xwe eşkere bike
Nuçe Belav bike

Ji hilbijartinên serokkomariya Tirkiyê re 3 meh û nîv mane, lê ji bilî Recep Tayyip Erdogan ku berbijêrê desthilatê ye aliyên opozîsyonê berbijêrê xwe eşkere nekirine.

Tifaqa Ked û Azadiyê ku HDP pêşengiya wê dike, dê berî 13ê Sibatê roja civîna Hevpeymaniya Millet berbijêrê xwe yê serokkomariyê rabighîne.

Pervin Buldan ji medya Tirkiyê re got: “Dibe em berbijêrê xwe yê serokkomariyê hefteya yekem a Sibatê eşkere bikin. Em ji bo ragihandina berbijêrê xwe li hêviya civîna Hevpeymaniya Millet a 13ê Sibatê nasekinin.”

Buldan dibêje, ne diyar e ka berbijêrê wan jin e yan mêr e û wan çend nav diyar kirine û dê ji nav wan navan yekî hilbijêrin.

Tê îdiakirin, ku HDP dixwaze Şaredara berê ya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak a di girtîgehê de wek berbijêr nîşan bide. Ji ber ceza li Kişanak nehatiya birîn, dikare bibe berbijêr.

HDP herçiqas dê berbijêrê xwe eşkere bike jî, dibêje eger ligel Hevpeymaniya Millet li hev bikin dikarin berbijêrê xwe paş de bikşînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 407 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:31:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x