Helûn Firat ji Partiya DEVAyê îstifa kir

Cîgira Serokê Giştî yê Partiya DEVA Helun Firat ragihand ku wê li ser pêwîstiyê û ji bo zerar nede vê pêvajoyê dest ji kar berdaye.

14.04.2023, Cum - 07:48

Helûn Firat ji Partiya DEVAyê îstifa kir
Nuçe Belav bike

Cîgira Serokê Giştî yê Partiya DEVA Helun Firat roja Înê 14ê Nîsana 2023an li ser hesabê xwe yê medya civakî bi peyamekê îstîfaya xwe ragihand.

Firat dibêje: “Tirkiye îro di qonaxeke bir girîng de ye. Di vê pêvajoyê de ez pê bawerim ku divê demokrasî û azadî bi hevre bên parastin. Ji bo serkeftina Hevpeymaniya Millet ez dê kar û xebat û piştgiriya xwe ya şexsî berdewam bikim.”

Helun Firat damezrênera Partiya DEVA bû zêdeyî 3 salan Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya DEVA bû.

Helûn Firat keça siyasetmedarê kurd Dengir Mîr Mehmet Firat e ku di sala 2019an de jiyana xwe ji dest da.

Dengir Mir Mehmet Firat ku yek ji damezrînerên AK Partiyê ye, piştre 2 serdeman di HDPê de bû parlamenter.

Helûn Firat, Berpirsiyarê Polîtîkayên Çand, Huner û Turîzmê ya Partiya DEVAyê bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 569 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:27:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x