Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) li ser zimanê Kurdî raporeke berfireh bi navê “Polîtîkayên Komara Tirkiyê yên ji bo zimanê Kurdî” amade kiribû.
HEZKURDê rapora xwe pêşkêşî Serokkomariya Tirkiyê, Parlamentoya Tirkiyê, Wezareta Navxwe û Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê û çend partiyên siyasî kirine.
Di rapora xwe de HEZKURD bal kişandine ser polîtîkayên ku ji destpêka avakirina komara Tirkiyê ve li dijî zimanê Kurdî tên meşandin û daxwaz kirine aliyên peywendîdar xwedî li wan mafên ku di warê ziman de dane derbikeve û çavdêriya wan bike.
Rapor destpêkê bi zimanê Tirkî hatiye nivîsîn û piştre jî bo zaravayên Zazakî û Kurmancî yên Kurdî û Ingilîzî hatiye wergerandin.
Şandeya ku di serokatiya Koordînatorê HEZKURDê Fevzî Bulgan de roja borî serdana Navenda Giştî ya Partiya Doza Azad (HUDAPAR) kir.
Şabd bi Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr re civiya û pîrozbahî li HUDAPARê kirin ku piştgiriyê dide zimanê Kurdî. Şandeyê dosyayek pêşkêş kir û daxwazên xwe yên perwerdehiya bi zimanê dayikê bi taybetî bi Kurdî anîn ziman û hêviyên xwe anîn ziman.
Şanad HEZKURDê herwiha bi Cîgirê Serokê Giştî yê DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen û Cîgira Serokê Giştî ya Polîtîkayên Çand û Hunerê ya Partiya DEVAyê Helun Firat re jî hevdîtin pêk anî û rapora pêşkêşî wan kir.
Şanda HEZKURDê herwiha serdana Navenda Giştî ya HDPê kir.
Koordînatorê HEZKURDê Fevzî Bulgan ku bi Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan û parlamenter Omer Ocalan û Meral Daniş Beştaş re hevdîtin pêk anî, ji bo pêvajoya dersa hilbijartî piştgirî xwest.
Rapora bi navê “Polîtîkayên Komara Tirkiyê yên ji bo zimanê Kurdî” ku ji aliyê HEZKURDê ve hatiye amadekirin jî pêşkêşî HDPê hat kirin.
Şandê piştre bi Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu re hevdîtin pêk anî û rapor pêşkêşî wî jî kir.
Bulgan di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê de dibêje: “Me rapora xwe ya bi navê “Polîtîkayên Komara Tirkiyê yên ji bo zimanê Kurdî” ku me wek HEZKURD amade kiribû pêşkêşî Serokê Partiya Pêşerojê Birêz Ahmet Davutoglu kir. Wan diyar kirin ku ew Kurdî wek zimanê xwe dibînin û her tim di asta herî jor de dê biparêzin û piştgiriyê bidin wan.”