Hilbijartinan dest pê kir: Xelk diçe ser sindoqan

Li Tirkiye û Bakurê ji bo hilbijartina rêvebirên herêmî yên ku dê 5 salan li ser wezîfeyê bin, xelk diçe ser sindoqan.

31.03.2024, Paz - 09:27

Hilbijartinan dest pê kir: Xelk diçe ser sindoqan
Nuçe Belav bike

Li 32 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dengdanê saet 07:00an dest pê kir.

Hilbijêrên parêzgehên mayî jî dê saet 08.00a biçin ser sindoqan.

Li Tirkiye û Bakurê ji bo hilbijartina rêvebirên herêmî yên ku dê 5 salan li ser wezîfeyê bin, xelk diçe ser sindoqan.

Di hilbijartinên xwecihî ya 31ê Adara 2024an dê ji 61 milyonan zêdetir hilbijêr dê di 208 hezar sindoqan ji bo namzedên 34 partiyên siyasî deng bidin.

Li parêzgehên Agirî, Amed, Bedlîs, Çewlîg, Erzingan, Erzirom, Êlih, Xarpêt, Dîlok, Colemêrg, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Semsûr, Sêrt, Sêwaz, Dêrsim, Riha, Wan, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kilîsê yên Bakurê Kurdistanê hilbijartinê saet 07:00an dest pê kir û dê heta saet 16.00an berdewam bike.

Herwiha li parêzgehên Artvîn, Gîresun, Gumuşhane, Ordu, Rîze, Trabzon û Bayburtê yên Tirkiyeyê jî dê dengdan di navbera demjimêr 08:00 û 17:00an de bê kirin.

Heta Lijneya Hilbijartinan qedexeya weşanê raneke, encamên hilbijartinê dê neyên eşkerekirin.

1004 sindoqên seyar

Ji bo hilbijêrên ku ji ber nexweşî yan jî kêmendamiyê di nava cih û nivînan da ne, 1004 sindoqên seyar hatine amadekirin.

Ew dê dengê xwe bi rêya wan sindoqan bidin.

Heta saeta dengdanê neqede sindoq venabin

Li parêzgehên ku saeta dengdayînê 07:00-16:00 ye beriya 16:00an û li parêzgehên din jî beriya 17:00an dê deng neyên hejmartin.

Heke hemî hilbijêrên di lîsteyê da dengê xwe bidin jî bi teqezî heta saet neqede dê sindoq venebin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 208 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:20:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x