Interpol dosyeya Tirkiyeyê rawestandiye

Hat îdiakirin ku Rêxistina Polîsan ya Navdewletî (Interpol) bultena sor ya ku ji aliyê Tirkiyeyê ve ji bo nêzikî 50 kesan hatiye derxistin, rawestand. Hat gotin ku di nav van kesan de Salih Muslim jî heye.

09.03.2018, Cum - 08:06

Interpol dosyeya Tirkiyeyê rawestandiye
Nuçe Belav bike

Li gorî rojnameya tirk ya bi navê Sabahê Tirkiyeyê ji bo hinek kesên li derveyî welêt ji saziyên edlî daxwaza girtinê kir. Di vê çarçoveyê de ji bo nêzikî 50 kesan, ku di nav de kesên wekî hevserokê berê yê PYDê Salih Muslim, fîrariyê FETOyê Adil Oksuz û endamê THKP-Cê Mihraç Ural jî hene, dest bi xebatên bultena sor kir.

Hat ragihandin ku dosyeyên ku ji b ovan kesan hatin amadekirin, ji Interpolê re hat şandin lê Interpolê ev dosye wekî ‘siyasî' nirxand û dan rawestandin.

Ger daxwazên Tirkiyeyê yên ji bo bultena sor bihatana qebûlkirin, dê ev li 170 welatên girêdayî xwe biweşanda û li ser daxwaza Tirkiyeyê dê derbarê gelek kesan de biryara girtinê bihata dayîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1542 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:08:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x