Îro danê êvarê bangeşeya Hilbijartinên Şaredariyan a Tirkiyeyê bidawî dibe

Ji îro demjimêr 18:00 ve her cure bangeşe û propagandaya Hilbijartinên şaredariyan ên Tirkiyeyê bidawî dibin.

30.03.2024, Cts - 09:58

Îro danê êvarê bangeşeya Hilbijartinên Şaredariyan a Tirkiyeyê bidawî dibe
Nuçe Belav bike

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sibe 31ê Adarê de hilbijartinên şaredariyan tên kirin û nêzîkî 61 milyon û 441 hezar kes dê biçin ser sindoqan

Li gorî yasayên hilbijartinên Tirkiyeyê, televîzyon û radyo ji nîvê şevê pê ve êdî nikarin reklamên siyasî, şîrove û pêşbîniyên encamên hilbijartinan û dengdanê biweşînin.

Lê Komisyona Hilbijartinê ragihand, namzed û partiyên siyasî dikarin daxuyaniyên xwe yên nivîskî û vîdyoyî heta îro demjimêr 18.00 li gorî dema Tirkiyeyê di dezgehên ragihandinê yên bi molet de biweşînin.

Li gorî yasayê, qedexeya bangeşe û propagandayê dê ji îro 30î Adarê demjimêr 18.00’an heta dawiya dengdanê berdewam be.

34 partiyên siyasî dikivin hilbijartinan û li seranserê Tirkiye û bakurê ji bo ewlehiya hilbijaritnê, 594 hezar hêzên asayîşê, leşker û cerdevan hatine erkdarkirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 103 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:52:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x