Ji Babacan daxuyaniya derbarê ‘hevkariya’ bi HDPê re

Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Peşveçûnê (DEVA) Alî Babacan ragihand ku diyaloga wan bi HDPê re heye, lê diyalog mijareke cuda ye û hevkarî mijareke din e.

20.07.2022, Çar - 14:17

Ji Babacan daxuyaniya derbarê ‘hevkariya’ bi HDPê re
Nuçe Belav bike

Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan li Erzeromê bi rêveberên partiyê, nûnerên rêxistinên sivîl û endamên çapemeniyê re hevdîtin kir.

Babacan li vir axivî û rexne li hikûmetê girt û got, “Yên ku li dijî xizanî, qedexe û gendeliyên derdiketin, îro bi xizanî, qedexe û gendeliyê tên naskirin."

Babacan piştî axaftina xwe pirsên rojnamevanan û nûnerên nûnerên rêxistinên sivîl bersivandin.

Babacan der barê danûstandin û hevkariya şeş partiyên opozisyonê de got, "Beriya her tiştî divê em li ber çavan bigirin ku ev partiyên siyasî bi rûniştina li ser maseya şeşan li hev nacivin û bibin yek partî. Lê ya ku em dikin, girêdayî çanda me ya lihevkirin ye, ku em dibêjin gelo em dikarin qadên xebatê yên hevpar ji bo çareserloroma pirsên welatê xwe bibînin. Mînak min xebatên li ser sîstema parlementeriyê pir bi girîng dîtin.”

"Diyalog mijareke cuda ye, hevkarî mijareke din e"

Alî Babacan der barê HDPê de jî wiha got: “Ligel HDPê diyalogeke me heye. Dibe ku diyaloga partiyên din jî hebe. Lê diyalog mijareke cuda ye û hevkarî mijareke cuda ye. Wateya diyalogê axaftin e. HDP li ser maseya 6 partiyan nîne. Ango beşdarî ti civînekê nebû. Divê em vê rastiyê jî bibînin, nabe partiyeke siyasî ku li gor destûr û yasayên îro hatiye avakirin û nûnertiya îdiayeke diyar dike, di nav sîstema me ya demokratîk de tine bê hesab kirin. Em di nav maseya 6 partiyan de qadên hevkariyê destnîşan dikin. Em bi hevbeşî dikin, lê bi HDPê re diyaloga me heye. Qadên hevkariyê dibin an nabin, ew mijarên paşerojê ne. Niha zehmet e, ez tiştekî bêjim. Lê em girîngiyê didin diyalogê.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 447 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:36:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x