Ji Erdogan daxûyaniya operasyona Efrîn û referandûmê

Serokkomarê Dewleta Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di vegera xwe ya ji Urdinê de ji rojnamevanan re got: "Li bakurê Sûriyeyê em destûra nadin korîdoreke ku bigihîje Deryaya Spî, heke ihtîmaleke wiha bibe em ê çavê xwe tarî bikin."

23.08.2017, Çar - 10:24

Ji Erdogan daxûyaniya operasyona Efrîn û referandûmê
Nuçe Belav bike

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di vegera xwe ya ji Urdinê de bersivên rojnamevanan da û got: "Li Bakurê Sûriyeyê em destûra korîdoreke terorê ku bigihîje Deryaya Spî nadin, heke ihtîmaleke wiha bibe em ê çavê xwe tarî bikin û mudaxele bikin.

Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Me operasyona Mertala Ferad'ê ji xwe jibo berî girtina korîdora PYD'ê pêkanî bû. Di serdana Sererkanê Giştî yê Îranê Muhammed Bakirî de jî me ev mesele nirxand. Ji bo me halê hazir mijara Efrînê heye û girîng e. Efrîn projeya PYDê ya gihandina Deryaya Spî ye. Tim me ev got, li bakurê Sûriyeyê em destûra korîdoreke terorê ku bigihîje Deryaya Spî nakin. Em ê çavên xwe tarî bikin û bedela wê çi dibe bila bibe mudaxele dikin."

Serokomar di dirêjiya axaftina xwe de got: "Bînin bîra xwe operasyona Mirtalê Firatê jî ji bo vê hat kirin. Di mijara Efrînê de jî helwesta me yek e. Ez naxwazim behsa hurgiliyan bikim, niha her tişt wekî plan û daxwazên me dimeşe. Li bakurê Iraqê pêkanîna referendûmê em rast nabînin. Ev tê wateya perçekirina Iraq'ê. Wekî Tirkiye em rast nabînin, welatên pêşkeftî yên cîhanê jî rast nabînin, welatên Islamî jî rast nabînin. Biryara referendûmê dive ji alî desthilata navendî ve jî bê pejirandin. Ger nepejirîne nabe lidar bikeve."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1347 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:03:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x