Ji Tirkiyê ber bi bakûrê Sûriyê sînyala operasyonê...

Îdiaya operasyona leşkerî li bakurê Sûriyeyê ya Tirkiyeyê ji nûve dîsa hat rojevê. Li gorî rojnameya Tirkiyeyê, Artêşa Tirkiyeyê 2 tabur leşkerên xwe li ser sînor bicih kirine.

11.09.2017, Pts - 11:56

Ji Tirkiyê ber bi bakûrê Sûriyê sînyala operasyonê...
Nuçe Belav bike

Li gorî îdaya rojnameyê, çavkaniyên dîplomatîk eşkere dikin ku operasyon pêk were.

Li gorî rojnameya Tirkiyeyê, hêzên artêşa tirk ji bo operasyona li herêma Îdlîb û Efrînê nîvê tuxaya li rojava şandine navçeya Islahiyeyê ya Dîlokê kirine.

Rojnameyê ragihand ku sewqiyat ji yekîneyên zirxî û beriya cejnê pêk hatiye.

Çavkaniyên leşkerî yên ji rojnameyê re axivî be eşkere kirine ku hevdîtinên dîplomatîk a li herêmê dibe 2-3 hefte dewam bike û dibe operasyon jî pêk were. Hate diyarkirn ku ev yekîneya hatiye sewqkirin di operasyona li bakurê Sûriyeyê de dê cih bigire.

Rojnameyê da zanîn ku Efrîn dibin kontrola YPGê de ye û ev yek jî Rûsya, Amerîka û Tirkiyeyê ji nêz ve eleqeder dike û dibe operasyon ji Til Rifetê dest pê bike û berbi Efrîn û Îdlîbê ve dewam bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1510 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:01:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x