Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin di axaftina xwe de ragihand ku operasyona Reqayê qediya divê êdî Amerîka têkiliyên xwe bi YPG'ê re bibire.
Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin di axaftina xwe ya kanala France 24'ê de got: "Amerîka serê pêşî ji me re got têkiliyên me bi YPGê re demkî ye piştî bajarê Reqayê hat rizgarkirin û rêxistina terorîst a DAIŞê hat şikandin em ê têkiliyên xwe bibirin. Operasyona Reqayê qediya divê êdî Amerîka têkiliyên xwe bi YPGê re bibire."
Îbrahîm Kalin di berdewamiya axaftina xwe de got: "Dibêjin hêza herî bi bandor a li hemberî DAIŞ'ê PYD/YPG ye. Eger Amerîka ev piştgirî bidana grûbeke din mesele wekî Artêşa Sûriyeya Azad (ASA), tirkmen an jî ereban dê baştirbûna û serkeftinên mezin bidestbixistana."
Kalin di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ji destpêkê ve endîşeya me ev bû ku bi însanên şaş re ev kar hat kirin. Li Sûriyeyê pozîsyona me ya sereke nabe ku hûn PYD/YPG'ê meşrû bikin. Ji bo ku ev hêz şerê DAIŞ'ê dike meşrû nabe."