Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê dê îro bicive

Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê bi rojeva rewşa dawî ya herêma erdheja Mereşê û hilbijartinên Serokkomariyê û parlamentoyê yên 14ê Gulanê dicive. Ligel wan mijaran rewşa aborî û pêşveçûnên polîtîkaya derve yên Tirkiyê jî mijarên gotûbêjê ne.

20.03.2023, Pts - 08:45

Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê dê îro bicive
Nuçe Belav bike

Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê, îro Duşemê 20ê Adara 2023an bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan li Enqerê dicive. Di rojeva kabîneyê de ligel du mijarên sereke projeyên avakirina cihên nû û alîkariyên bo herêmê ku piştî erdhejê bûye rojev jî heye.

Tê pêşbînîkirin ku di civînê de derbarê erdheja 6ê Sibatê de zanyarî bên dayîn û kêmasiyên hene bên gotûbêjkirin. Herwiha ji nûve avakirina herêmê jî dê mijareke serekî be û kar û xebatên dabînkirina ava vexwarinê û xorakê jî dê bên nirxandin.

Herwiha derbarê zêdekirina mûçeyên karkeran û pereyê sîgortayê de jî tê çaverêkirin Wezîrê Kar Vedat Bilgin zanyariyan bide endamên kabîneyê û rewşa herî dawî ya li ser bazara zêdekirina mûçeyê 700 hezar karkerên giştî jî nirxandin bê kirin.

Li gor zanyariyan ewlekariya sindoqên hilbijartinên 14ê Gulanê jî yek ji mijara civînê ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 346 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:23:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x