Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê dê li ser mûçeyê kêmane bicive

Mûçeyên kêmane ji mijarên serekeyî Turkiyê ye. Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê dê li ser mijara gotûbêjkirina mûçeyê kêmane ku çavê xelkê li vê biryarê ye bicive.

12.12.2022, Pts - 07:53

Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê dê li ser mûçeyê kêmane bicive
Nuçe Belav bike

Biryar e îro Duşemê 12ê Kanûna 2022an bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Koşka Beştepe civîna Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê bê lidarxistin.

Di civînê de yek ji mijarên sereke wê gotûbêjkirina zêdekirina mûçeyê kêmane be ku ev demeke di rojeva vî welatî û parlemantoyê de ye, ku partiyên opozisyonê di derbarê zêdekirina mûçeyê kêmane de pêşniyarên xwe hene.

Her wiha tê çaverêkirin ku di civînê de mijara temenê xanenîşîniyê jî yek ji mijareke din a gotûbêjan be.

Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê herî dawî di roja 28ê Mijdara 2022an de civiyabû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 407 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:03:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x