Kabîneya hikûmeta Tirkiyê îro dicive

Kabîneya hikûmeta Tirkiyê îro Duşemê piştî nîvro demjimêr 15:00 bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dicive û mijara sereke rewşa aborî ye.

07.11.2022, Pts - 07:56

Kabîneya hikûmeta Tirkiyê îro dicive
Nuçe Belav bike

Kabîneya hikûmeta Tirkiyê, îro Duşemê 7ê Mijdara 2022an bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan li Enqerê kom dibe. Di rojeva kabîneyê de aborî, zêdekirina mûçeyê karker, karmend û xanenîşînan û siyaseta navxwe û derve ya Tirkiyê heye.

Di civîna kabîneya hikûmeta Tirkiyê de dê rewşa aborî û tedbîrên li dijî enflasyonê, siyaseta navxwe û derve ya Tirkiyê, rûbirûbûna terorê û korîdora dexlûdan û şerê Rûsya û Ukraynayê bên nirxandin.

Herwiha tê çaverêkirin di civîna kabîneyê de guhertinên ku dê di destûrê de bên kirin werin nirxandin û Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag derbarê hevdîtinên ligel partiyên opozîsyonê yên li ser hicabê de jî gotarekê pêşkêş bike.

Erdogan dê piştî civîna kabîneyê civîneke çapemeniyê saz bike û biryarên hatine wergirtin ji raya giştî re ragihîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 219 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:26:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x