Kabîneya hikûmeta Tirkiyê îro dicive

Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê îro Duşemê piştî nîvro di demjimêr 15:00an de bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dicive.

28.11.2022, Pts - 08:21

Kabîneya hikûmeta Tirkiyê îro dicive
Nuçe Belav bike

Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê, îro Duşemê 28ê Mijdara 2022an bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan li Enqerê dicive. Di rojeva kabîneyê de aborî, rewşa fermanberên bi girêbest û kesên ji ber temenê xwe nikarin xanenîşîn bibin heye.

Di civîna kabîneya Hikûmeta Tirkiyê de rewşa aborî û tedbîrên li dijî enflasyonê û bihayên zêde hene. Erdogan pêştir ragihandibû ku dê li dijî marketên mezin ku bihayan gelekî zêde dikin tedbîran werbigrin û ji bilî cezayê pereyan cezayên din jî li ser wan ferz bikin.

Her wiha dê rewşa fermanber û welatiyên ku mafê xanenîşînbûnê bidestxistine, lê ji ber temenê wan nehatiye nikarin xanenîşîn bibin bê gotûbêjkirin. Tê çaverêkirin, pirsgirêka wan kesan berî hilbijartinên 2023an bê çareserkirin.

Di rojeva kabîneya îro de rewşa fermanberên hikûmî yên bi girêbest jî heye. Tê çaverêkirin di kabîneyê de biryar bê dayîn ku fermanberên bi girêbest wek fermanberên daîmî bên damezrandin. Erdogan dê piştî civîna kabîneyê civîneke çapemeniyê saz bike û biryarên kabîneyê ji raya giştî re ragihîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 150 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:50:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x