Kabîneya hikûmeta Tirkiyê îro dicive

Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê îro piştî nîvro bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dicive û mijarên serekeyên civînê fermanberên bi girêbest û kesên ji ber temenê xwe nikarin xanenîşin bibin û kar û xebata gaza xwezayî ne.

26.12.2022, Pts - 07:46

Kabîneya hikûmeta Tirkiyê îro dicive
Nuçe Belav bike

Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê, îro Duşemê 26ê Berfanbara 2022an di demjimêr 15:00an de bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan li Enqerê dicive.

Di rojeva kabîneyê de rewşa fermanberên bi girêbest û kesên ji ber temenê xwe nikarin xanenîşîn bibin (EYT) heye. Herwiha tê çaverêkirin kar û xebata girêdana sîstema giştî ya gaza xwezayî ya ku li Behra Reş hatibû dîtin jî bê gotûbêjkirin.

Li gor agahiyan Serokê Kar û Ewlekariya Civakî Vedat Bilgin dê derbarê rewşa fermanberên bi girêbest û kesên ji ber temenê xwe nikarin xanenîşîn bibin de endamên kabîneyê agahdar bike û li ser projeyasaya ku dê Çileya 2023ê bo parlamentoyê bê pêşkêşkirin de zanyariyan bide.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan beriya çend rojan li parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê ragihandibû ku dê roja Duşemê mizgînekê bidin û tê çaverêkirin ku ev mijar girêdayî gaza xwezayî ya li Behra Reş be.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 300 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:43:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x