Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê, îro Çarşemê 14ê Hezîrana 2023an demjimêr 14:00 bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan li Enqerê dicive. Kabîneya nû ya hikumetê duyemîn civîna xwe dike.
Di rojeva kabîneyê de avadankirina herêmên erdhejê û mijarên aborî dê bên nirxandin.
Tê çaverêkirin, Erdogan piştî civîna kabîneyê civîneke çapemeniyê saz bike û biryarên kabîneyê ji raya giştî re ragihîne.