Kalin: Serokkomar nikare bi serê xwe biryara hilbijartinê bide

Berdevkê Serokkomarê Tirkiyê Îbrahim Kalin derbarê dîroka hilbijartinan de got: “Serokkomar nikare bi serê xwe biryarê bide û di vê mijarê de biryara dawî dê Desteya Bilind ya Hilbijartinê bide.”

24.02.2023, Cum - 11:15

Kalin: Serokkomar nikare bi serê xwe biryara hilbijartinê bide
Nuçe Belav bike

Berdevkê Serokkomarê Tirkiyê Ibrahim Kalin li ser erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê û dîroka hilbijartinan ji medya biyanî re axivî.

Kalin dibêje: “Di mijara dîroka hilbijartinan de biryara herî dawî ya Desteya Bilind ya Hilbijartinê ye. Serokkomar nikare bi serê xwe wê biryarê bide. Divê parlamento jî biryarekê, nêrînekî diyar bike. Lê herî dawî Desteya Bilind ya Hilbijartinê biryar dide ka dê li 10 parêzgehên herêma erdhejê hilbijartin bên kirin an neyên kirin.”

Kalin derbarê herêma erdhejê de jî amaje bi wê yekê dide ku zêdeyî 2 milyon kesan ji herêma erdhejê koç kirine û di warê bikaranîna deng de pirsgirêkên teknîkî hene. Kalin dibêje meyîl ew e ku eger di rojên bê de lihevkirineke berovajî ya siyasî nebe dê hilbijartin di dema xwe de Gulanê bên kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 403 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:19:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x