Kîjan partî li kîjan bajarî bi ser ket?

31ê Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên herêmî hatin kirin.

01.04.2024, Pts - 14:33

Kîjan partî li kîjan bajarî bi ser ket?
Nuçe Belav bike

Li gorî amarên fermî ji sedî 77ê hilbijêran beşdarî hilbijartinan bûne û dengên xwe dane.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji sedî 99ê sindoqên hilbijartinan hatine vekirin.

Li gorî vê yekê li ser asta Tirkiyeyê CHP bi rêjeya ji sedî 37,68ê dengan bû partiya yekem.

AK Partî jî bi rêjeya ji sedî 35,54ê dengan bû partiya duyem.

Partiya Yenîden Refahê bû 3yem

Di van hilbijartinan de surprîza herî mezin Partiya Yenîden Refahê kir bi rêjeya ji sedî 6,18ê dengan bû partiya sêyem.

Herwiha DEM Partiyê jî ji sedî 5,66ê dengan wergirt û bû partiya çarem.

Şaredariyên bajarên mezin

CHPyê ji 30 bajarên mezin 14 ji wan bi dest xistin: Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene, Antalya, Bursa, Aydin, Balikesîr, Denîzlî, Eskîşehîr, Mêrsîn, Manîsa, Mugla, Tekîrdag.

AK Partiyê jî di van hilbijartinan de 11 bajarên mezin bi dest xistin: Erzirom, Dîlok, Kayserî, Kocaelî, Konya, Meletî, Mereş, Ordu, Sakarya, Samsun, Trabzon.

DEM Partî jî li 3 bajarên mezin bi ser ket: Amed, Mêrdîn, Wan.

Partiya Yenîden Refah: Riha

Şaredariyên bajaran

CHPyê ji 51 şaredariyên bajaran 21 ji wan bi dest xistin: Semsûr, Afyon, Amasya, Artvîn, Bîlecîk, Bolu, Burdur, Çanakkale, Edîrne, Gîresûn, Kastamonu, Kirşehîr, Kutahya, Sînop, Uşak, Zonguldak, Kirikkale, Bartin, Erdexan, Yalova, Kilîs.

AK Partiyê jî şaredariyên 13 bajar bi dest xistin: Çewlîg, Bedlîs, Çorum, Xarpêt, Isparta, Nîgde, Rîze, Aksaray, Bayburt, Şirnex, Karabuk, Duzce, Hatay.

MHP: Çankiri, Erzingan, Gumuşhane, Qers, Kirklarelî, Tokat, Karaman, Osmaniye.

DEM Parti: Agirî, Colemêrg, Mûş, Sêrt, Dêrsim, Êlih, Îdir.

Partiya Yenîden Refah: Yozgat 

IYI Partî: Nevşehîr

BBP: Sêwaz

Şaredariyên navçeyan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 973 navçe hene.

AK Partî: 356 navçe

CHP: 337 navçe

MHP: 122 navçe

DEM Partî: 65 navçe

Partiya Yenîden Refah: 39 navçe

IYI Partî: 24 navçe

BBP: 14 navçe

Demokrat Partî: 2 navçe

Partiya Saadetê: 1 navçe

DEVA: 1 navçe

TÎP: 1 navçe

Sol Parti: 1 navçe

DSP: 1 navçe

Şaredariyên bajarokan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 390 bajarok hene

AK Partî: 125 bajarok

MHP: 54 bajarok

CHP: 48 bajarok

Partiya Yenîden Refah: 19

DEM Partî: 7 bajarok

IYI Partî: 4 bajarok

BBP: 6 bajarok

Partiya Saadetê: 2 bajarok

Demokrat Partî: 2 bajarok

Memleket: 1 bajarok

TÎP: 1 bajarok

DSP: 1 bajarok

Vî nûçeyê tevayî: 252 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:52:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x