Serokê berê yê Partiya Gel a Komarî (CHP) îro li girtîgeha Edirne ya Tirkiyeyê diçe serdana Hevserokê Berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş.
Kemal Kiliçdaroglu êvara 27ê Gulanê di bernameyeke zindî ya televizyonê de got ku ew dê 28ê Gulanê here serdana Selahattîn Demîrtaş û Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yê berê Selçuk Mizrakli.
Li ser rexneyên ku di dema serokatiya wî de ji bo rakirina parêzbendiya parlamenteran hinek parlamenterên partiya wî dengê “belê” dane, Kilçdaroglu got:
“Birêz Selahattîn ku îro di girtîgehê de ye, ev karesateke yasayî ye."
Derbarê 42 salan cezayê girtîgehê yê ku li Demîrtaş hatiye birîn de jî Kiliçdaroglu got:
“Erdogan bi taybetî wî di girtîgehê de dihêle, çima? Ji ber ku got 'Em te nakin serok', tenê hewqas. Ma birêz Selahattîn çi kiriye, ma çek hilgirtiye?”