Komîsyona Amadekar rakirina parêzbendiya parlamenter Salîha Aydenîz qebûl kir

Komîsyona Amadekar a Parlamentoya Tirkiyê biryar da ku parêzbendiya Hevserok Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Parlamentera Diyarbekirê Salîha Aydenîz bê rakirin.

06.07.2022, Çar - 14:26

Komîsyona Amadekar rakirina parêzbendiya parlamenter Salîha Aydenîz qebûl kir
Nuçe Belav bike

Komîsyona Amadekar biryara rakirina parêzbendiyê ji Komîsyona Hevbeş a Dadê ya Parlamentoya Tirkiyê re şand.

Komîsyona Amadekar di dawiya lêkolîna xwe ya derbarê rakirina destnedanê de nêrîna xwe da û dê di 18’ê Tîrmehê de li Komîsyona Hevbeş bê nîqaşkirin

Eger Komîteya Hevbeş di heman çarçoveyê de biryarê bide, dê dengdana dawî li Komîteya Giştî were kirin.

Salîha Aydenîz bi wê yekê tê tometbarkirin ku di çalakiya 12’ê Hezîranê ya li Stenbolê de li polîsekê daye. Li ser vê yekê daxwaza rakirina parêzbendiya wê hatibû kirin.

Duhî Salîha Aydenîz li Komîsyona Amadekar a Parlamentoya Tirkiyê parastina xwe kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 539 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:02:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x