Kurtulmuş: Ne ji Tirkiyê bûna, referandûma Kurdistanê bi ser diket

Wezîrê Çand û Turîzmê yê Tirkiyê Numan Kurtulmuş derbarê referandûma serxwebûnê ya 25ê Îlona 2017an a Herêma Kurdistanê de axivî û got, ‘Ne ji Tirkiyê bûne, dê bi ser biketa.’

14.01.2018, Paz - 08:07

Kurtulmuş: Ne ji Tirkiyê bûna, referandûma Kurdistanê bi ser diket
Nuçe Belav bike

Kurtulmuş li bajarê Antalyayê di civîneke rojnamevanî de, got, "Ger Tirkiye bêdeng bimana, dê di demeke nêzîk de gelek welatan referandûm nas bikira."

Kurtulmuş herwiha got ku referandûm ne bi daxwaza Barzanî tenê hatiye kirin û hinek aktorên cîhanê pê dane kirin û ne ji Tirkiyê bûya ne pêkan bû, pêngava referandûmê were têkbirin.

Wezîrê tirk ev yek jî wekî yek ji serkeftinên herî mezin ê Tirkiyê di sala 2017an de şîrove kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1305 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:53:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x